Li Ukraynayê mijarên herî zehmet ên danûstandinan ji bo bidawîkirina şer ji sala 2026’an ve hate veguhestin.
Tevî hewldanên danûstandinan jî her du alî êrişên xwe berdewam kirin.
Sala 2025’an tenê guhertina girtî û cenazeyan pêşketinên berbiçav bûn.
Di danûstandinên pir-alî yên sala borî yên ji bo bidawîkirina Şerê Rûsya-Ukraynayê de mijarên herî zehmet ên ku li masê çareser nebûn, ji sala 2026’an ve hate veguhestin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi armanca “encama lez” pêvajoyê bi aştiyê bi dawî dike, lê Ewropa jî bi garantiyên ewlehiyê û fînansekirinê ve hewldana Kîevê li ser piyan digire pêşiyê.
Lê belê xwezaya şer, bû şerekî westandinê ku alî nikarin serkeftineke zelal bi dest bixin û lêçûn her ku diçe zêde dibe.
Di sala 2025’an de planên aştiyê û têkiliyên Amerîkayê, lêgerînên Ewropayê yên ji bo fînanse û garantiyên ewlehiyê derketin pêş.
Sala 2025 guhertina girtiyan û cenazeyan lihevkirinên berbiçav bûn
Di mijarên mirovî yên wekî guhertina girtiyan û cenazeyan de pêşketin hate bidestxistin.
Trump, di rojên dawîn ên 2025’an de bi Putin û Zelenskiy re bi awayekî cuda hevdîtinên li ser plana aştiyê kir.
Di van têkiliyan de hin mijaran li hev kirin jî, dosyayên sereke yên ku peymana daîmî zehmet dikin hate veguheztin sala 2026’an.
Mijara ax û statuyê, ji ber ku xetên sor ên Rûsya û Ukraynayê ne, wekî mijara herî pêşîn a ku danûstandinan girê dide derdikeve pêş.
Kontrol û rêveberiya piştî şer a Santrala Hêza Nukleerî ya Zaporijyayê ku santrala nukleerî ya herî mezin a Ewropayê ye jî di nav mijarên ku çareser nebûne de cih digire.
Tevî hewldanên danûstandinan jî şerê her du aliyan dewam kir
Germahiya di navbera lêgerîna “garantiyên ewlehiyê” ya Ewropa û Ukraynayê û meyla Amerîka ya dûrketina ji tevlîbûna leşkerî ya rasterast jî wekî yek ji pirsgirêkên bingehîn ên ku derbasî sala nû dibe didome.
Bandora plana aştiyê ya Amerîkayê wê di civînên ku di meha yekem a salê de bêne lidarxistin de bê diyarkirin.
Şêwirmendên ewlehiya neteweyî yên welatên endamên “Koalîsyona Dilxwazan” ku Ukraynayê piştgirî dikin û pêşengiya Brîtanya û Fransayê dikin, di 3’yê Çile de li Ukraynayê, civîna serokan jî di 6’ê Çile de li Fransayê wê bicivin.
Eksena sereke ya van civînan wê çarçoveya garantiyên ewlehiyê, çavdêriya muhtemel ya agirbestê, rêxistina piştî şer û domdariya kapasîteya parastinê ya Ukraynayê bin.
Koalîsyona dilxwazan wê di 3’yê çileyê de li Ukraynayê bicivin
Lêbelê êrîşên bi balafirên bêmirov yên Ukraynayê yên li ser mala Putin a li Novgorodê ku Rûsyayê ragihand, dema ku sala 2026’an dest pê dike pêvajoya danûstandinan di bin zextê de hişt.
Tê payîn ku Moskow helwesta xwe ya li masê hişk bike û li qadê bersivên girantir bide.
Dema ku pêvajoya dîplomatîk a heyî û dînamîkên eniyê bi hev re têne nirxandin, senaryoya ku di sala 2026’an de hewldanên li masê yên ji bo aştiyê bidomin derdikeve pêş.
Li hemberî vê, domdariya şer li qadê û neçareserkirina girêkên bingehîn ên li masê, hêviya “aştiya lez” sînordar dike.



