Îsraîl tevî peymana agirbestê êrişên xwe yên li ser Lubnanê dewam dike.
Balafirên şer ên Îsraîlê li gelek deverên başûrê Lubnanê êrîş pêk anîn.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA, balafirên şer ên Îsraîlê deverên di navbera bajarokên Ensar û Zarariyeh li başûrê Lubnanê, her wiha herêma Ukmata Obasî, Reyhan û herêma di navbera bajarokên Qifarwa û Izze de hedef girtin.
Dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne nîşan didin ku piştî êrîşa Îsraîlê dû ji hin cihên êrişê radibe.
Rayedarên Lubnanê hîn di derbarê êrîşan an jî qurbaniyan de ti daxuyaniyek belav nekirine.
Daxuyaniyek leşkerî ya Îsraîlê îdia kir ku êrîşên hewayî yên li başûrê Lubnanê Hizbullah hedef girtine.
Di daxuyaniyê de îdia hat kirin ku hedefên ku depoyên çekan û binesaziya leşkerî tê de ne hatine lêdan, û kampeke perwerdeyê ya Hêza Ridwan a Hizbullahê li yek ji deverên ku ji hêla balafirên şer ve hatine hedefgirtin hatiye lêdan.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de, di navbera 27’ê Mijdara 2024’an û 20’ê Mijdara 2025’an de, ku agirbest binpê kirine, 331 kes hatine kuştin û 945 kes jî birîndar bûne.


