Artêşa Îsraîlê li gelek deverên Şerîda Xezayê êrişên hewayî û bejahî pêk anî.
Artêşa Îsraîlê ji hewayî û bejahî ve bakurê Xezayê, Kampa Penaberan a Bureyc li beşa navendî ya Xezayê û deverên rojhilatê Xan Yunis hedef girt.
Artêşa Îsraîlê bajarê Xezayê yê rojhilat li bakur, bi taybetî taxên Zeytûn û Şuca’iye, bi topan bombebaran kir.
Li beşa navendî, balafireke şer a Îsraîlê li rojhilatê Kampa Penaberan a Bureycê êrîşeke hewayî pêk anî.
Her wiha hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Xan Yunis a başûrê Xezayê topan bombebaran kir.
Di dema êrîşan de dengê teqînên bilind hat bihîstin, lê ji ber ku deverên hedefgirtî di nav herêmên kontrola Îsraîlê de ne, hîn jî derbarê qurbanî an birîndaran de agahî tune.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê kontrola xetên başûr û rojhilatê Şerîda Xezayê, û her wiha deverên mezin ên li bakur didomîne.
Hat ragihandin ku ji agirbesta dawî wir ve zêdetiî 418 kes di êrîşan de hatine kuştin.
Ji destpêka şer ve jî hejmara giştî yên miriyan derket 71 hezar kesan, yên birîndaran jî derket 171 hezar kesan.



