Dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevî tunebûna sotemeniyê ya ji bo germkirinê, sibe dîsa vedibin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên di nava komîteyê de dane ajansa me, tevî nebûna sotemeniyê dibistanên her du taxan sibê (4 Çile) dîsa vedibin.
Biryara berdewamkirina proseya perwerdeyê bi hemahengiya li gel Meclisa Giştî ya her du taxan, Yekitiya Mamosteyan û Yekitiya Xwendekaran hate dayîn.
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 13 dibistan hene. 3 jê girêdayî Rêveberiya Xweser in û 10 jî yên hevbeş ên hikumeta veguhêz û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ne. Derdora 25 hezar xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî li van dibistanan dixwînin.
Biryara e ku 5’ê Çileyê ezmûnên werza yekemîn li dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser dest pê bikin.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a Helebê di 30’ê kanûna 2025’an de biryar dabû navaberê bide perwerdeyê. Biryar ji ber ambargoya ku hikumeta veguhêz daniye ser her du taxan ku di encamê de sotemenî li saziyên perwerdeyê nema, di heman demê de ji ber rewşa heyî ku bandoreke neyinî li derûniya xwendekaran kiribû, hatibû dayîn.



