Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratkî QSD’ê ragihand ku bi hevkariya hêzên koalîsyona navneteweyî li bajarê Reqayê şaneyeke DAIŞ’ê têk bir.
Di encama operasyonê de 4 çeteyên DAIŞ hatin girtin, her wekî gelek çek û alavên li gel çeteyan hatine desteserkirin..
QSD got operasyon li ser bingeha agagiyên pêbawer pêk hatiye.
QSD: Operasyon li bajarê Reqayê hat li dar xistin
QSD diyar kir ku di lêpirsînên destpêkê de çete li xwe mikur hatin ku ew di berhevkirina agahiyên li ser cih û xalên hêzên wan de, plana êrîşan dikirin.
Her wekî bi serçeteyên “DAIŞ” re têkilî datanîn û agahî dane wan.
QSD: Di Operasyonê de 4 çeteyên DAIŞ hatin girtin
QSD piştrast kir ku ev operasyon beşek ji hewldanên wan yê ji bo têkbirina çeteyên “DAIŞ” û pêşîgirtina li avakirina şaneyên DAIŞ’ê ye.



