Gelek welatên cîhanê bertek nîşanî êrişê dan û êriş weke binpêkirina serweriya Venezuelayê bi nav kirin.
Di asta navnetewî de bertekên tund li dijî êrişên Amerîkayê yên li ser Venezuelayê hatin nîşandan.
Welatên Başûrê Amerîkayê: Êriş nayê qebûlkirin
Serokdewletê Kolombiyayê Gustavo Petro, piştî civîna konseya ewlehiya navneteweyî diyar kir ku ew ê li seranserê xeta sînor hêzên xwe yên leşkerî bi cih bikin.
Petro, êrîş weke ”êrîşeke li dijî serweriya Venezuelayê” bi nav kir û bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku demildest bicive.
Serok Dewletê yê Brezilyayê Lûla da Sîlva jî diyar kir êrişên li dijî Venezuelayê û girtina serok dewletê wê nayê qebûlkirin.
Welatên Ewropayê banga xwînsariyê û kêmkirina rageşiyê kirin
Ewropayê jî li hemberî êrişan nerazîbûn nîşan da.
Wezareta Karên Derve ya Spanyayê û Serokwezîrê Îtalyayê banga kêmkirina rageşiyê, xwînsarbûn û navbeykariya ji bo çareseriyê kirin.
Serokwezîrê Îngilistanê Keîr Starmer jî diyar kir divê herkes li gorî hiqûqa navnetewî tevbigere.
Wezareta Karên Derve ya Almanayê jî ragihand ew bi fikareke mezin rewşê dişopînin.
Kuba, Îran û Rûsyayê êriş weke binpêkirina serweriyê pênase kirin
Kuba, Îran û Rûsyayê êrîşên Amerîkayê bi zimanekî tund şermezar kirin û êriş weke ”binpêkirina serweriyê” û êrîşkariya çekdarî” pênase kirin.



