Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 8’an de didome.
Di nava 8 rojan de 582 xwepêşander hatine binçavkirin û 16 xwepêşander jî hatine kuştin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Herana têkildarî rewşa dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir.
Di raporê de hate ragihandin:
Di nava 8 rojên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, herî kêm 582 xwepêşander hatine binçavkirin,
Herî kêm 16 xwepêşander di nav de ciwanek 17 salî, hatine Kuştin.
Rêxistina Herana da zanîn ku li seranserê welat, hêzên ewlekariyê li dijî xwepêşanderan berdewam gulebaran bikaranîn.
Li gorî rapora Herana, gelek xwepêşanderên birîndarbûyîn ji tirsa binçavkirinê , serdana nexweşxaneyan nakin.
Hêjayî gotinêye ku roja 28’ê Kanûna 2025’an xwepêşandan destpêkirin û berfireh bûn.



