Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û diyar kir di demeke ku li hember Elewî û Durziyan komkujî tên kirin nabe ku Kurd xwe bê çek bikin.
Her wiha diyar kir ew bawer nakin ku rewşa li Sûriyê bandoreke neyînî li pêvajoya li Tirkiyê bike û got, “Tirkiye dikare rol di demokratîkbûna Sûriyê de bilîze.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû di beşa sêyemîn ya hevpeyvîna bi ANF’ê re polîtîka û gefên dewleta Tirk yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.
“Nêzîkatiya neyînî ya Tirkiyê a li dijî rojava ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd e”
Karasû diyar kir nêzîkatiya neyînî ya Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê ve girêdayî ye û got,
“Pêvajoyek hatiye destpêkirin, rewşa bê şer jî derketiye holê.
Lê Tirkiye hê jî di polîtîkaya xwe ya li hember Rojava de bi tevahî nêzîkatiya xwe ya berê derbas nekiriye û gefên xwe didomîne.”
“Piştî komkujiyên li ser Elewî û Durziyan Kurd nikarin xwe bê çek bikin”
Karasû derbarê daxwazên berdana çekan ya ji bo QSD’ê jî wiha got,
“Dema ku hikûmeta heyî baweriyê nade Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelo çiqasî aqilane ye ku ji QSD’ê re dibêjin çekan deyne?
Bi taybetî piştî komkujiyên li dijî Elewiyan û Durziyan ku hatin kirin, Kurd dikarin xwe bêçek bikin?
Di vî aliyê de Tirkiye divê bi aqilane tevbigere.”
“Tirkiye dikare di demokratîkbûna Sûriyê de rolê bileyze”
Karasû anî ziman nabe ku Rojava wekî hinceta pêşneketina pêvajoya heyî ya Tirkiyê, were nîşandan û ev nirxandin kir,
“Ev fikara ne di cih de ya Tirkiyê ya li hember Rojava, bi pêşdebirina pêvajoyê re wê ji holê rabe.
Tirkiye dikare rolê di demokratîkbûna Sûriyê de bilîze.”
“Em yeqîn nakin ku rewşa li Sûriyê bandoreke neyînî li pêvajoya li Tirkiyê bike”
Mistefa Karasû anî ziman ew û Rêber Apo alîgirê çareseriyeke di yekbûna Sûriyê de ne û dibêje,
“Rêber Apo ji bo çareseriyê perspektîfên ku rê vedike, pêşkêş dike; dixwaze gavên ku baweriyê zêde dike bêne avêtin.
Em bawer nakin ku rewşa li Sûriyê bandoreke neyînî li pêvajoya li Tirkiyê bike. Beravajî, ev pêvajo ji hêlekê ve ji bo ku Tirkiye li Sûriyê nekeve rewşeke neyînî hat pêşxistin.
Ne tenê rewşa şer ya li Tirkiyê, şer û rageşiya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jî bandoreke neyînî li Tirkiyê dikir.
Pêvajoya li Tirkiyê wê bandoreke erênî li Sûriyê bike, pêşketinên erênî yên li Sûriyê jî wê bandorê li pêvajoya Tirkiyê bike..”



