Hêzên Ewlekariya hundirîn a Bajarê Helebê ragihand ku bazirganekî madeyên hişber di taxa Eşerfiyê de girtin e.
Hêzên Ewlekariyê got 6’ê Kanûna 2025’an, Yekîneya Dijî Madeyên Hişber li taxên Eşrefiyê û Benî Zeyd ên Helebê operasyonek pêk anîn e.
Operasyon li ser bingeha agahiyên rast ji çavkaniyek taybet pêk hat.
Dema operasyonê Miqdarek madeyên hişbir û pereyên sûrî hatin desteserkirin.
Di lêpirsînê de bazirgan li xwe mukir hatiye ku madyên hişber ji derveyî taxê anîn da ku li herdu taxan belav bike.
Ji bo tedbîrên qanûnî Hêzên Ewlekariyê bazirgan şand ber destê dadwerî û tekez kirin ku ew ê hewlên xwe yên ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişber û parastina civakê ji xetereyên wan bidomînin.
Li Kobanê 3 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin
Doh bi şev jî, Yekîneya Dijî Madeyên Hişber li bajarê Kobaniyê 3 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişber girtin û alavên li gel wan hatin desteserkirin.
Hêzên Ewlekariyê got, operasyon piştî gilînameyek ji aliyê malbatên wan ve pêk hatiye.



