Serhildanên gel yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li dijî zext, gendelî û rewşa xirab ya aborî di roja 8’an de berdewam dikin.
Heta niha nêzî 600 kes hatine binçavkirin û 17 kes jî hatine kuştin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Herana derbarê rewşa dawî ya xwepêşandanan de raporek weşand.
“Nêzîkî 600 kes hatin binçavkirin û 17 kes jî hatin kuştin”
Hate diyarkirin di nava 8 rojên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, herî kêm 582 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin, herî kêm 17 kes jî hatine kuştin.
Rêxistina Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand tenê li bajarokê Melekşahê yê girêdayî bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 4 Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin tenê 200 xwepêşander ji bo Girtîgeha Qumê hatine şandin.
Rêxistinê diyar kir li seranserê welat hêzên ewlekariyê û artêşa pasdaran li dijî xwepêşanderan gulebaran, gaza rondikrêj bikaranîn.
Li gorî Rêxistina Herana di nava 8 rojên borî de, li 60 bajarok û 25 parêzgehan 174 xwepêşandan hatine lidarxistin.



