Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro îro li New Yorkê derdikeve pêşberî dadgeheke federal.
Dadgeha federal a li Manhattanê ragihand ku Nicolas Maduro wê îro li pêşberî dadweriya Amerîkî derkeve pêşberî dadgehê.
Li gorî ragihandina Amerîkayê, Maduro li navendeke girtinê ya federal hatiye bicihkirin .
Li gorî agahiyan, Maduro wê bi tohmetên têkildarî bazirganiya madeyên hişber, komployê û sûcên navneteweyî re rû bi rû bimîne.
Tohmetên ku berê ji hêla Wezareta Dadê ya (DYA) ve di dosyayên dadgehê yên berê de hatine ragihandin.
Lê hîna tu hûrguliyên fermî yên tevahî di warê îdîanameya nû yan jî pêvajoyên rûniştina yekem de nehatine weşandin.
Girtin û veguhestina Maduro bo DYAˊyê bû sedema bertekên siyasî û dîplomatîk ên berfireh.
Di heman demê de aliyên din jî ev gav wekî “pêşketinek girîng di dîmena Venezuelayê de” pêşwazî kirin.



