94 karkerên Komîteya paqijiyê ya Şaredariya taxên Helebê ji bo derxistina çopê, erebeyên kişandinê bi kar tînin.
Ji ber dorpêça hikumeta veguhêz a ku nahêle ne sotemenî ne jî madeyên bingehîn derbasî taxan bibin, ev tedbîr hatin girtin.
Ji ber kêmbûna giran a sotemeniyê, hejmara erebeyên rakirina çopê di mehê de ji hezar û 400 carî bûye 500.
Hejmara alavên komîteya paqijiyê li taxan 15 e; 8 traktor, 3 kamyonên barkêş (qelabe), bokeket piçûk,
3 kompaktor), piraniya wan ji ber nebûna sotemenî, parçeyên yedek û lênêrînê naxebitin.
Karmend hewl didin vê valahiya heyî ya derxistina çopê ji taxan bi rêya erebeyên kişandinê dagirin.
Endamê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Îsam Ehmed di vê çarçoveyê de axivî û got:
“Dorpêça li ser her du taxan ji ber nebûna alavên rakirina çopê barê wan weke karkeran zêde kiriye.
Ji ber dorpêça berdewam û qedexeya derbaskirina sotemeniyê zehmetî û zext bi giranî li ser karkeran in.”



