6 komên çekdar ên li Iraqê ku nêzî Îranê ne, ragihandin ew bi ti awayî çekên xwe danaynin.
Komên çekdar gotin, em ji bo vê mijarê bi hikumetê re jî gufguto nakin.
6 komên çekdar li ser hişyariyên Amerîka yên ji bo danîna çekan û kontrolkirina çekên di destê dewletê de, peyamek hevbeş belav kirin.
Her 6 komên çekdar ên li Iraqê daxwazên xwe bi 4 xalan rêzkirin û gotin:
-Divê ewil ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên ji gelê Iraqê yê mexdûr re cidiyetek hebe û garantiyên şerkirin û bidawîanîna gendeliyê werin dayîn.
-Divê qanûnên ku ximzeta welat û rûmeta gelê Iraqê diparêzin, werin pejirandin.
-Divê dawî li hemû hêzên dagirker ên biyanî yên li ser xaka Iraqê bê anîn û pêşî li ketina nav xaka Iraqê were girtin.
-Çeka me hilgirtî pîroze, li welatek ku hîn jî dagirker hene, ev çek garantiya parastina ax û cihên pîroze.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin:
Em hemû peyamên ji aliyê biyaniyan ve li ser çekdanînê tên kirin, red dikin, emê di vê mijarê de bi hikumeta Iraqê re jî nîqaş nekin.



