Îro, civîneke din di navbera Israîl û Hikûmeta Veguhêz li Parîsê pêk tê.
Çapemeniya Şamê dibêje ku wê şandeya Hikûmeta Veguhêz daxwaza vekişîna Hêzên Israîlê ji axa Sûriyê bike.
Malpera “Axios” ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, di civîna xwe ya hefteya borî de ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xwestiye ku hevdîtinan bi Şamê re ji nû ve destpê bikin.
Ajansa Sana jî derbarê vê yekê de da zanîn ku şandeye Hikûmeta Veguhêz bi beşdariya Wezîrê karên derve Es’ed El-Şêbanî û Serokê Rêvebriya Îstixbarata giştî Hisên Selame wê bi aliyê Israîlê re hevdîtinê bikin.
Heman ajans dibêje ku ev civîn bi navbeynkariyeke amerîkî pêk tê.
Sana diyar kir ku di hevdîtinê dê li ser aktîvkirina Peymana 1974’an were sekinandin û pê re Israîl ji axa Sûriyê ku piştî 8 Kanûna 2025’an derbas wê bûye, xwe vekişîne.



