Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) Omer Ocalan di derbarê êrîşên li ser taxên şêxmeqsûd û eşerfiyê daxuyanî da û anî ziman çareser ne bi şer lê jiyana li ser bingeha wekhevî û demokratîk e.
Omer Ocalan di daxuyaniyê de diyar kir ku Sûriye welatê hevpar ê Kurd, Ereb, Durzî, Elewî, Ermenî û hemû baweriyan e û got,
“Êrîşên li ser sivîlên li Helebê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye berhema zîhniyeteke yekparêz û înkarê ye.
Çareserî ne bi şere. Çareserî ewe ku hemû pêkhate bi jiyanek hevbeş, demokratîk ku li ser bingeha wekheviya gelan bijîn.
Omer Ocalan herî dawî diyar kir ku divê ti cûdahî nekeve nava pêkhateyên sûriyê.



