Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan Bafil Talabanî li ser êrîşên li helebê daxuyaniyên cûda dan.
Di daxuyaniyan de diyar kirin ku li Helebê gefa qirkirinê li dijî Kurdan heye û divê pirsgirêk bi danûstandinê bê çareserkirin.
Mesûd Barzanî di daxuyaniyê de diyar kir êrişan xeterî li ser jiyana xelkê sivîl û welatiyên bêguneh çêkiriye.
Her wiha daxwaz ji hikûmete demkî kir ku nakokiyên siyasî veneguherînin şerê neteweyî ye.
Barzanî diyar kir rewşa niha ya Helebê cihê fikaran e divê rê li ber xwînrijandinê bê girtin û danûstandin bê kirin.
Bafil Talabanî: Bi rêya Diyalogê pirsgirêkê çareser bikin
Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî jî li ser hesabê xwe yê X’ê têkildarî êrişan daxuyaniyek da.
Bafil Talabanî di daxuyaniyê de diyar kir ku em bi dilgiranî bûyerên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dişopînin.
Divê dema giran û dijwar de dilê me li cem gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Bafil Talabanî herî dawî diyar kir ku divê bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin.



