Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 12’an de berdewamin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirov di nava 12 rojan de 2 hezar û 217 kes hatine binçavkirin, 5 ji wan zarok 34 xwepêşander hatine kuştin.
Xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî, dewam dikin.
Hêzên rejîmê bi girtin û kuştinê hewl dide dawî li xwepêşandanan bîne.
Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ewê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin serî li nexweşxaneyan bidin.
Xwepêşandana li 348 navçe, 111 bajarok û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne.



