Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî derheqê rewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniya yekemîn da.
Mezlûm Ebdî got ku ev êriş derfetên pêkanîna lihevhatinan qels dike û ew hewl didin van êrişan rawestînin.
Ebdî piştrast kir ku ew li kêleka xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne.
Mezlûm Ebdî got ku dewamkirina rêya şer ji bo sepandina çareseriyên yekalî, nayê qebûlkirin, çimkî berî niha li Siwêda û Perava Sûriyê bûn sedema sûcên şer.
Ebdî diyar kir ku belavkirina tank û topavêjan li taxên Helebê, topbarankirina sivîlan û koçberkirina wan û hewldanan derbasbûna taxên Kurdan hevdemî danûtandinan, hewldanên lihevhatinan qels dike.
Her wekî got ku ev şer rê dide demografiyeke xeter û sivîlan dixe jêr gefa komkujiyan.
Ebdî piştrast kir ku ew li kêleka xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne û bi rojan e hewl didin van êrişan rawestînin.
Ebdî got ku ew sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û dermankirinê ji birîndaran re dixwazin.



