Parlementerên DEM Partiyê li meclisa Tirkiyê li ber êrişên komên çete yên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rabûn.
Hate diyarkirin ew ê ji bo Sûriyeke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.
Parlementeran pankartên ku li ser “Bijî Berxwedana Gelê Kurd, Ji Komkujiyan re Na” hatibû nivîsandin rakirin û bi dirûşmên Bijî Berxwedana Rojava û Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd, êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê protesto kirin.
Hate diyarkirin ew ê ji bo Sûriyeke demokratîk ku gel û baweriyên cuda lê werin naskirin û parastin têkoşîna xwe berdewam bikin.



