Hevya Sor a Kurd ragihand ku ew amade ye birîndarên êrişên li ser Helebê derxin û alîkariyên mirovî bişînin bajêr.
Heyva Sor a Kurd ji ber êriş û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirine ku di encamê de gelek kes birîndar û şehîd bûn, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li ber avahiya Heyva Sor a Kurd a li bajarê Hesekê bi amadebûna endamên Heyva Sor a Kurd hat dayîn.
Hevserokên Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah û Dilgeş Îsa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Êrişên tund ên bi çekên giran ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ev çar roj berdewam dikin. Di encamê de gelek sivîl bûn qûrban.
Rewşa di nav van taxan de ji ber topbarana bêserûber a ku malên sivîlan û xizmetên bingehîn hedef digire, karîsetbar e.
Hejmara qurbaniyên sivîl niha ji 100’î derbas bûye, 12 kes şehîd ketin ku piraniya wan jin, kal û pîr û zarok in.
Wekî din, niştecihên van her du taxan nêzîkî pênc mehan e di bin dorpêçek giran de dijîn û pêdiviyên bingehîn, nemaze li navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan pir kêm bûne.
Komên ku êrişî taxan dikin heta niha rê li ber her alîkariyên bijîşkî û mirovî girtine da ku sivîlên birîndar derxînin. Lê topbarana xwe ya bêserûber li ser sivîlan didomînin.
Kiryarên komên êrişkar binpêkirinekeşkere ya peymanên mafên bingehîn ên mirovan e.
Em bang li hemû aliyên navneteweyî û herêmî yên têkildar dikin ku erkê xwe yê exlaqî bi cîh bînin êrişên li dijî sivîlan rawestînin.
Her wiha pêwîst e korîdoreke mirovî were vekirin, ji bo rêxistinên mirovî ku em bikarin bikevin her du taxan da û birîndaran derxin û alîkariyan bigihînin wan.”



