QSD’ê ragihand ku Çeteyên Hikumeta Demkî bi çekên giran bajarê Dêr Hafirê topbaran kir.
Zarokek 10 salî şehîd bû û zarokek 16 salî jî birîndar bû.
Navenda Ragihandina QSD’ê diyar kir ku “Komên hikumeta Şamê, êrişî bajarokê Dêr Hafirê kirin.
Malek sivîl a bi ser Nexweşxaneya Fedawî ya li naverasta Dêr Hafirê de hedef girt.
Di encama êrişên ku hatin kirin zaroka bi navê Fatme El Ehmed a 10 salî şehîd bû û zarokê bi navê Xelef Hilal ê 16 salî birîndar bû.
Her wekî hejmarek sivîl birîndar bûn.



