Piştî civînên siyasî yên li Hewlêr û Şamê bi navbeynkariya Amerîkayê, di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyê de ji bo agirbestek berfireh û entegrasiyoneke tevahî, rêkeftinek hate ragihandin.
Duh li Hewlêr civînek der barê rageşiya li Sûriyê û rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû lidarxistin.
Vê êvarê jî Serokê Hikumeta Demkî “agirbest û entegrabûneke tevahî di navbera hikumeta Sûriyeyê û QSD’ê” ragihand.
Hin bendên rêkeftinê wiha ye.
Agirbesteke berfireh û yekser li hemû eniyan û xalên şer.
Hemû saziyên sivîl ên li parêzgeha Hesekê divê di nav saziyên dewleta Sûriyê de bên entegrakirin.
Entegrakirina hemû hêmanên leşkerî û ewlehî yên QSD’ê di nav Wezaretên Parastin û Hundirin ên Sûriyeyê de.
Derxistina biryara serokatiyê ji bo tayînkirina namzetiya parêzgeha Hesekê weke garantiya beşdariya siyasî û temsîlkirina xwecihî.
Ji bo gihîştina lihevkirinên der barê vegera ewle û bi rûmet a xelkê Efrîn û Şêxmeqsûdê ji bo deverên wan, kar bê kirin.



