Li dijî êrişên li ser Rojavayî Kurdistanê, xelkê Silêmaniyê xwepêşendanek lidarxistin û ji aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê xwestin ku helwesta xwe li hember êrişan nîşan bidin.
Çalakî li Baxê Giştî bi durişmeya “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana QSD” pêk hat.
Di çalakiyê de kesayet û aliyên siyasî peyamên xwe da û wiha hate gotin:
“Di vê demê de divê hemû parçe piştgiriya hev bikin, dema gotinan qediyaye ev dema kiryarê ye.”
Her wekÎ daxwaz ji rayedarên siyasî hate kirin ku Deriyê Sînor yê Sêmalka ji bo alîkariya gelê Rojava bê vekirin.



