Kurdistanî û dostên wan li Almaniyayê li dijî êrişên li ser Rojava û Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan.
Di çalakiyan da banga piştgiriya Rojava hate kirin.
Çalakî li bajarên Duisburgê û Karlsruhe bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de, êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi tundî hate şermezar kirin.
Her wekî di mitîngên daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin:
“Ev êrîş pergala xweser û demokratîk a li Rojava hedef digirin.
Divê aliyên navdewletî bi erk û berpirsiyariya xwe rabe û pergala demokrat bi parêze.”
Di dawiyê de çalakî bi durişmeya “Bi ruhê Kobanê, berxwedan wê li her derê bidome” hat berzkirin.



