Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê li tevahî eniyan agirbest ragihand.
Ev agirbest, li ser bingeha rêkeftina di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de hatiye îmzekirin, hat ragihandin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “li ser bingeha vê rêkeftinê “Wezaret li tevahî eniyan agirbestê û pevçûnên li tevahî herêman radigihîne.
Ev ragihand, ji bo vekirina korîdorên ewle ku şênî vegerin herêmên xwe û saziyên dewletê erkên xwe ji bo xizmeta welatiyan pêk bînin.”
Li gorî naveroka daxuyaniyê ev biryar “Di çarçoveya tesbîtkirina aramiyê, parastina welatiyan û peydakirina şert û mercên guncaw ên vegera jiyana xwezayî li herêmên di vê dawiyê de bi bûyeran bandor bûne, ye.”
Ehmed El Şeri, bi armanca temamkirina proseya entegrasyona QSDˊê bi saziyên dewleta Sûriyeyê re, li tevahî eniyên şer ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve agirbest ragihandibû.



