Li Îran û rojhilatê Kurdistanê çalakiyên girseyî li dijî rejima Îranê dewam dike.
Rêxistina mafên mirovan HRANA bi raporekî bîlançoya dawî eşkere kir.
Li gorî rêxistinê di 41 rojên çalakiyan de mirina nêzî 7 hezar kesî hatiye piştrastkirin.
Rêxistina mafên mirovan dibêje mirina 6 hezar û 955 kesî hatiye piştrastkirin.
Li gorî rêxistinê ji van:
175 jê zarokin.
Her wiha, 11 hezar û 630 bûyerên mirinê jî tên lêkolînkirin.
Hat destnîşankirin ku 11 hezar û 21 kes birîndar bûne.
Ji van, 111 jê xwendekar bi giştî 51 hezar û 251 kes hatine girtin.
11 hezar û 48 kes ji bo îfadeyê hatine vexwendin.
Her wiha hate gotin ku hejmara kesên vîdeoyên “îtîrafan” ku hêzên rejîmê bi darê zorê axaftin pê dane kirin û di medyaya alîgirê rejîmê de hatine weşandin jî gihişt 311 kesan.



