Belavkirina alîkariyan li koçberên li bajarê Amûdê dewam dike.
Li bajarê Amûdê belavkirina alîkariyan li koçberan dewam dike. Di vê çarçoveyê de Dezgeha Xêrwaziyê ya Barzanî, bi hevkariya Heyva Sor a Kurd alîkariyên mirovî li koçberên li bajar û gundewarê Amûdê belav dikin. Her wiha xwarinên ku ji aliyê dayikan û saziyên sivîl ve têne amadekirin jî tên belavkirin.
Rêxistina Rusul El Meheba û Selam, Rêxistina Dan a Alîkariyê û Koma Destek jî paketên xwarin û pêdiviyên paqijiyê li koçberên li bajar û gundewarê Amûdê hatin bicihkirin, belav kirin.



