Ji bo piştgiriya bi Rojava re, Heyva Sor a Kurdistanê li seranserê cîhanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Li Swîsreyê dahata ku bi pêşengiya şaredariyên Lozan, Renens û Vevey yên Swîsreyê hatî komkirin, wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bigihîje Rojava.
Siyasetmedar û şaredarên Swîsreyî jî beşdarî çalakiyê bûn.
Hevseroka NCDK-Lozanê Aysel Argîn xîtabî beşdaran kir û got:
“Em vê êvarê ji bo Rojava hatine cem hev.
Em hemû kesên ku piştgiriya mezin dikin silav dikin.”
Hevseroka Heyva Sor a Kurdistanê Hediya Abdullah bi peyameke dîmen beşdar bû û spasiya kesên piştgirî dane kir.
Hediya Abdullah diyar kir ev alîkarî pir girîngin û got:
”Em minetdarê hemû xêrxwazan in û daxwaz dikin ku alîkarî berdewam bikin.”



