Dorpêça li ser li ser Kobanê di roja 20’an dewam dike.
Li ser bajar av û kehrebe hatine qutkirin, xurek û pêwîstiyên din ên jiyanî jî êdî ber qedandinê de.
Kobanê hem berpirsyartiya koçberên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne li xwe digire hem jî li dijî êrişan li ber xwe dide.
Ji aliyê tenduristiyê ve gelek derman nayên peydekirin.
Hikûmeta demkî bi vê dorpêçê şerê taybet li ser Kobanê bi rê ve dibe.
Gelê Kobanê ji roja yekê ya dorpêçê ve bê deng nemaye û xwedî helwesteke berxwedêr e.
Gel bi rêya komunan rojane xwe bi rêxistin dike û tax bi tax parastina xwe dike.



