Serokê PDKˊê Mesûd Barzanîn û nûnerê DYAˊyê yê Sûriyeyê Tom Barrack bi telefonê axivîn.
Aliyan rewşên siyasî li herêmê û pêşdeçûnên dawîn li Sûriyeyê gotûbêj kir.
Duh di navbera Mesûd Barzanî û Tom Barack peywendiyeke telefonî pêk hat.
Di wê peywendiyê de, her du aliyan behsa rewşa giştî ya siyasî ya herêmê û guherînên dawî kirin.
Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku ji bo ku rê li ber şer bê girtin divê hemû hewl û rêbaz bidomin.
Her wiha Barzanî û Tom Barack rola hev a di pêkanîna aştî û aramiya herêmê de bilind nirxand.
Barzanî di heman demê de spasiya rola Amerîkayê kir .
Her wiha tekezî li ser girîngiya parastina hevpeymaniya di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de kir.



