Li devera Bab El Tebana ya li Trablusê ya Lubnanê avahiyek 5 qatî hilweşiya. Desthilatan dest bi xebatên rizgarkirinê û valakirina avahiyên derdorê ji bo pêşî li hilweşînên wan jî bigirin, kir.
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku avahiyek kevin a pênc qatî li Kolana Sûriyeyê ya herêma Bab El Tebana ya Trablusê hilweşiya. Piştî wê yekser tîmên ambulanc û parastina sivîl ketin dewrê.
Tîmên rizgarkirinê, bi alîkariya niştecihên herêmî, karîbûn 3 kesan ji bin kavilan sax derxin, di heman demê de li dora avahiya hilweşiyayî agir derket, ji ber vê yekê bang li agirkujan hat kirin ku werin cihê bûyerê. Li derdora bûyerê dengê çekên giran ku jêdera wan nayê zanîn hat bihîstin.
Medyaya herêmî ragihand ku rayedaran dest bi valakirina avahiyên derdorê kirine, di heman demê de serokkomarê Lubnanê, li gel wezîrê karên hundir, xebatên rakirina kavilan û rizgarkirinê dişopînin û cih ji şêniyên zirardîtî re peyda dikin.



