Hat diyarkirin ku şandeyeke ji rojavayê Kurdistanê ji bo hevdîtinan dê biçe Şamê.
Di 30’ê Çileyê de di navbera Hikûmeta Şamê û QSD’ê de lihevkirinek hat îmezkirin.
Piştî lihevkirinê, hewldanên siyasî jî zêde dibin.
Li gel danûstendinên ji bo cîbicîkirina peymanê, li hêla din jî partiyên Kurd di nava hewldanan de ne.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, çavkaniyên ji partiyên Rojava dan zanîn ku şandeya Kurdî dê biçe Şamê.
Ji bo çûna şandeyê dîrokeke zelal nehatiye diyarkirin lê hat gotin ku wê di demeke nêz de biçe.



