Rûbera greva mamosteyên li herêmên bakurê Sûriyeyê bi tevlêbûna 113 dibstanên Cisir El Şixûr zêde bû. mamosteyan banga başkirina mûçeyan kir û hişyarî li ser felcbûna proseya perwerdehiyê da.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) greva mamosteyên a perwerde nedayînê li hejmarek deverên bakurê Sûriyeyê şopand. SOHRˊê da zanîn ku 113 dibstan li Cisir El Şixûr ê Idlibê tev li grevê bûn. Mamosteyan bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kiir ku mûçeyên wan li gorî lêçûnên debarê baş bike.
Ev yek, di demekê de ye ku nîşaneyên çareseriyê di demeke nêzîk de nîn in. Xwepêşandan û greva li dijî siyasetêna Wezareta Perwerdê û Fêrkirinê ya hikumeta demkî zêde dibin.
Girêdayî mijarê, SOHRˊê di 7ˊê Sibatê de dîmenek protestoya mamosteyan li deverên Dêrazor, Idlib, Reqa, Hema û Humsê belge kir. Mamosteyên bi hezaran dibistanan xebata perwerdehiyê rawestandiye û grev kiriye.
Li gorî detayan, berdewama grevê ne tenê bandoreke neyênî li ser xwendekaran e, lê barekî zêde li ser malbatan e jî, nexasim malbatên ku nikarin lêçûna waneyên taybet bidin an jî zarokên xwe veguhêz dibistanên taybet.
Çavdêr der barê rewşê û berdewama wê de hişyariyê didin ku wê bi deh hezaran zarok ji xwendinê bê par bimînin, astengiyên mirovî û civakî zêde bibin.



