Di van kêliyan de Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û şandeya Ewlekariya Giştî ya Helebê ya girêdayî Wezareta Navxweyî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê civînekê li dar dixin.
Di civînê de mekanîzmaya bicihanîna ewlehiyê weke gava duyemîn piştî herêma Şêxler û avakirina nuqteyên hevbeş li gundewarê rojhilatê Kobanê tê nîqaşkirin.
Di çarçoveya koordînaya hevbeş û xebata li gorî lihwevkirina 29ˊê Çileyê navbera QSDˊê û hikumeta demkî de, şandeyek Ewlekariya Giştî ya girêdayî Wezareta Navxweyî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) civînekê li dar dixin.
Civîn li bajarokê Çelebiyê yê rojhilatê bajarê Kobanê tê lidarxistin. Di civînê de mekanîzmaya pêkanîna aliyê ewlehiyê weke gava duyemîn a piştî qonaxa herêma Şêxler û çawaniya pêkanîna avakirina nuqteyên hevbeş li gundewarê rojhilatê tê nîqaşkirin.
Nûçegihanê me daxuyand ku hevdîtin û nîqaş hîna li ser hejmarek nuqte û mekanîzmaya birêvebirina wan dewam dikin.
Ev hevdîtin di çarçoveya xebata li gorî 29ˊê Çileyê ya navbera hikumeta demkî û QSDˊê de pêk tê.
Duh jî li bajarê Helebê di navbera Asayîşa Kobanê û fermandariya Ewlekariyê ya Helebê civînek li ser mekanîzmayên bicihanîna bendên lihevkirina 29ˊê Çileyê hatibû lidarxistin.
Di civînê de rakirina dorpêça li ser Kobanê, pêşxistina hevkariya ewlehiyê ya bajêr û gudnewarê wê hatibûn nîqaşkirin.



