Dorpêça ku komên hikumeta demkî daniye ser Kobanê, di roja 22’an de dewam dike.
Rewşa mirovî û debarê her ku diçe girantir dibe.
Ji ber dorpêçê derman, şîrên zarokan, xurek û pêdiviyên sereke gelekî kêm in.
Rewşa debarê ya nêzî 600 hezar kesî tevî koçberan, giran dibe.
Duh Saziya Elektrîkê ya Kobanê kabilên ji ber êrişan zirar dîtibûn, sererast kirin û careke din xistin xizmetê.
Tevî dorpêça giran, li Kobanê zêdetirî 200 hezar koçber li 70 cihan hatine bicihkirin.
Şêniyên Kobanê li hemberî dorpêçê berxwedanê didomînin.



