23 roj e bajarê Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye. Rê nayê dayîn ku alîkariyên mirovî derbasî bajar bibin. Di encamê de rewşa mirovî ya şêniyên Kobanê û koçberan girantir dibe.
Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji 23’ê Çileyê ve bajarê Kobanê dorpêç kirine û rê nadin alîkarî derbasî herêmê bibin. Ji ber dorpêçê derman, şîrên zarokan, madeyên xurekê, sotemenî û pêdiviyên din ên jiyanî gelekî kêm bûne û rewşa mirovî girantir bûye.
Saziya Ceyranê ya Kobanê duh (Duşem 10 Sibat 2026) kabilên ji ber êrişan zerar dîtine, sererast kirin û ceyran ceyran ku demek dirêj li ser bajar qut bûbû vegerand.
Tevî dorpêçê Kobanê zêdetirî 200 hezar koçberên ji ber şer reviyane pêşwazî kirine û wan li nêzî 70 cihan bi cih kirine.
Di çarçoveya pêkanîna peymana 29’ê Çileyê de gelek hevdîtin di navbera şandeyên Rêveberiya Kobanê û hikumeta demkî de pêk hatin. Tevî ku rakirina dorpêçê di hevdîtinan de hatin nîqaşkirin, lê hikumeta demkî heya niha tu gav di vî alî de neavêtine.
Şêniyên Kobanê ku li hemberî dorpêçê berxwedanê didomînin, diyar kir ku berxwedan rêya yekane ya parastina destkeftiyan e.



