Balyozê berê yê Amerîkayê yê Tirkiye James Jeffrey jî behsa girîngiya ewlehiyê li Sûriyeyê kir.
Bi gotina wî divê Amerîka BI Civaka Navnetewî re ji bo yekxistina dewleta nû ya Sûriyeyê berdewam bike.
James Jeffrey tekezî li ser pêwîstiya yekdengiya civaka navneteweyî kir û got:
“Ev hewl pêwîstî bi çavkanî û pereyên zêde yên Amerîkayê nîne.
Belkî zêdetir pêwîstî bi baldariya berdewam heye.
Şam tenê wê demê gavên zehmet û pêwîst diavêje ji bo lihevhatina navxweyî.
Eger ew aliyên piştgiriyê dikin bi yek dengî biaxivin li ser çawaniya nêzîkbûn û bicihanîna şertan.”



