Seroka berê ya Komîsyona Amerîkayê ji bo Azadiya Olî ya Navneteweyî Nadine Maenza jî di civîna kongresê de axivî.
Nadine behsa kiryarên çete û çekadarên ku di nava hêzên Hikumeta Demkî de cih digrin.
Nadine diyar kir, hin fermandar çekdarên dîrokeke wan bi El Qaîdeyê re heye.
Hin jî logoya DAIŞê ser cilê xwe girê didin.
Kiryarên xerab li hemberî pêkhateyan dikin û ji aliyê DYA’yê cezakirî ne.
Nadine destnîşan kir, sedema cezakirina wan sûcên bazirganiya bi jinên Kurd yên Êzidî ye.
Her wekî binpêkirina cidî ya mafên mirovan ne.
Her wekî got, divê zext li Ehmed Şer were kirin ji bo dûrxistina wan kes û koman ji nav artêşa Sûriyê.
Nadine Maenzayê got divê peymana 29’ê Çileyê were bicihanîn.



