Li Parlamentoya Holandayê pêşnûmeya ji bo piştgiriya Rojava hat qebûlkirin.
Serkirdeya Partiya Sosyal Demokrat û Keskan a Holendayê (PvdA-GL) Kati Piri bal kişand ser rewşa Kobanê, binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava û Sûriyeyê.
Kati Piri ji çapemeniya Başûrê Kurdistanê re anî ziman ku dikarin bi rêya alîkariyên darayî zextê li hikûmeta Sûriyeyê bikin.
Her wekî got:
“Li parlamentoyê pêşnûmeya min a ji bo piştgiriya Rojava û ji bo piştgiriya parastina hemû gelên li Sûriyeyê hat qebûlkirin.”
Kati Piriyê anî ziman ku hefteya bê ew ê carekî din bi Wezîrê Karên Derve re gotûbêjan bikin û ev tişt anî ziman:
“Hefteya borî, pêşnûmeya me hat qebûlkirin ku bi awayekî zelal ji hikûmetê dixwaze bi desthilata Sûriyeyê re pêwendiyê deyne û ji bo parastina mafên Kurdan bixebite.
Hefteya bê jî em ê bibînin ka ji bo wan daxwazan di civînên xwe yên li Bruksel û welatên din de çi kirine.
Em ê bibînin ka wezîrê me ew karên ku parlamentoyê, ji wan xwestin bi cî aniye yan na.”



