Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava bang li hêzên navneteweyî kir ji bo aşkerakirina aqûbeta windayan û parastina dîlgirtiyan û radestkirina cenazeyên şehîdan bikevin tevgerê.
Bi dirûşma “Şehîdên me rûmeta me ne, şervanên me hêzên me û parêzvanên me ne”, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava li ser asta Cizîrê çalakiyek li pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê li dar xist.
Endamên Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, jinên endamên saziyên sivîl bi hildana wêneyên şehîdan beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da. Endamên meclisa Fatima Mamo bi zimanê kurdî û Cîhan Yûsif bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bo aşkerakirina aqûbeta kesên windayî, garantiya silametiya dîlgirtiyan û radestkirina cenazeyên şehîdan bixebitin.
Di daxuyaniyê de êrişên li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava û bêdengiya navneteweyî hatin şermezarkirin û hate gotin, bêdengî tê wateya şirîkatiya êrişan.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku “Tiştê ku îro diqewime ne tenê şerekî leşkerî ye, lê qirkirina vîna jinan û şikandina vîna civaka ku bi saya fadekariya keç û xorên me bêhna azadiyê kişandine ye.”
Di daxuayniyê de îşaret bi bêrêziya li hemberî gor û cenazeyan şehîdan hat kirin û hate gotin: “Êrişên ser goristanan, rûxandina kêlên goran û derxistina laşên lehengên me kiryarên bêexlaqî û sûcekî şer in ku rûyê mirovahiyê reş dike. Ev goristan rûmeta gelê me û bîra têkoşîna me ne. Destdirêjiya li ser wan, hedefgirtina rasterast a her dayik, hevjîn û zarokên vî welatî ye.”
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên windayî, radestkirina cenazeyên şehîdan, parastina canê dîlan û parastina rûmeta şehîdan bikevin tevgerê.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek Meclisa Jinan pêkanînên şovînîst ên ku ji aliyê hikûmeta demkî û komên wê ve têne meşandin, dibînin. Kesên qebûl kirine bibin amûr di destê kesên din de, nûnertiya daxwazên gelê Sûriyeyê nakin; berevajî vê, hewl didin polîtîkayên tirsandin û talankirinê bi cih bikin, bi taybetî li dijî jinên ku di Şoreşa Rojava de pêşeng bûn. Em dubare dikin ku ev binpêkirin nikarin vîna me bişkînin, lê vîna me ya ji bo parastina proje û destkeftiyên me xurttir dikin. Em teqez dikin ku xwîna şehîdên me vala naçe. Em dê ew kesên ku sûcên bêhurmetkirina goristanan, parçekirina cenazeyan û îşkencekirina dîlan dikin, di hemû qadên navneteweyî de bidin pey wan û wan darizînin.
Banga me ji bo hemû rêxistinên mafên mirovan da ku destwerdanê bikin û çarenûsa girtiyên me diyar bikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li dora doza me bicivin û rûmet û mafên me yên rewa biparêzin.”



