Fermandara YJA Starê Batufa Çekdar di derbarê Komploya 15’ê Sibatê de axivî.
Batufa Çekdar da zanîn ku Komploya 15’ê Sibatê şerekî dewletên emperyalist bû û got:
”Bi têkoşîna Rêber Apo û gelê Kurd ev komplo hat pûçkirin.”
Batufa Çekdar di nirxandinên xwe de got:
Di vê komployê de gelek hêz cih girtin.
Astenga herî mezin a li pêşiya planên hêzên komploya emperyalist Rêber Apo bû.
Batufa da zanîn ku Rêber Apo mîna hemû planên din, komploya 15’ê Sibatê jî berê hîs kir.
Rêber Apo li dijî agilê kujer, ji bo gelê xwe jiyanê hilbijart.
Bi gotina wê dema komploya 15’ê Sibatê pêk hat, fedaiyên Apoyî bersiv dan komployê.
Bersiva wan jî çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’.
Batufa Çekdar diyar kir ku Kurd ber bi çalakiya mirinê ve nehatin kaşkirin.
Berevajî wê, li ber devê wê çalê bi pêşengiya Rêber Apo bûn xwedî per û bask û firiyan.
Di dawiyê de Batufa Çekdar got:
Her pirtûka ku Rêber Apo nivîsandiye, xwedî hêzeke bêhempa bû.
Rêber Apo ji dîrokê re perspektîfeke nû da qezenc kirin.
https://kurmanci.anf-news.com/rojane/komplo-sereki-dewleten-emperyalist-bu-ku-li-diji-reber-apo-dabun-destpekirin-208813



