Mijara veguhestina çeteyên DAIŞ’ê her di rojevê de ye .
Li gor Iraqê heya niha hezar û 64 çeteyên DAIŞ’ê ji Suriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin.
Wezareta Dadê ya Iraqê derbarê hejmara çeteyên DAIŞ daxuyaniyek parvekir.
Li gorî wezaretê hemû çeteyên ji Suriyeyê ji bo Iraqê tên veguhestin, li girtîgehek hatine bicihkirin.
Ev çete dê li gorî yasaya Iraqê tên lêkolînkirin.
Hezar û 64 çeteyên DAIŞ’ê ji Suriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin
Veguhestina çeteyan bi hemahengiya bi Hevpeymana Navnetewî re hatiye kirin .
Wezareta Dadê got, heya niha 5 hezar û 64 çeteyên DAIŞ’ê ji Suriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin.
Li gorî heman çavkaniyê ji vê hejmarê zêdetirî 270 çete jê Iraqîne:
Zêdetirî 3 hezar jî Suriyeyîne û ewên din jî biyanîne.



