Cenazeyên şervanên QSD’ê Şivan Mistê, Bîrhat Amûdê û Berxwdan Amûdê yên di bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûne bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenanzeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şivan Mistê, Bîrhat Amûdê (Mihemed Kûsa) û Berxwdan Amûdê (Faris Îsa) yên ku di 17’ê Çileyê de bi bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî de li Dêrazorê şehîd bûbûn, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir a bajarê Amûdê hatin veşartin.
Merasîma bi hezaran şênî tev lê bûbûbn, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ehmed axivî û anî ziman ku berdêlên ku van şehîdan dane wê vala naçin.
Mihemed Ehmed soza domandina rêya şehîdan ta pêkanîna xeyalên wan da.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên her sê şehîdan bi dirûşman û tilîliyên dayikan spartin axê.
5’ê Sibatê, Şivan Mistê, Bîrhat Amûdê û Berxwedan Amûdê jî di nav de ji bo 6 şehîdên QSD’ê merasîmeke xiyabî li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir hatibû lidarxitin.



