Hevserokê KONGRA-GEL Remzi Kartal der barê armancên komployê, planên li ser Rojava û peyamên berxwedana neteweyî de axivî.
Remzî Kartal dibêje Rêber Apo û gel bi têkoşîna xwe bi taybetî li Rojava rê li ber komployeke nû girt.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bal kişand şoreşa Rojava, planên komplogeran û got:
Rêber Apo bi sekna xwe ya 27 salan û gelê me bi têkoşîna xwe rê nedan ku komplo bi ser bikeve.
Hêzên ku di komployê de encam negirtin, vê carê bi şêwazê nûkirina komployê êrişî gel û Şoreşa Rojava kirin.
Remzî Kartal diyar kir ku Rêber Apo û têkoşîna gel rê li ber vê komploya nû ya li Rojava jî girt.
Kartal dibêje kompgeran dixwestin di navbera Kurd û Tirkan de şerekî tirsnak derxin. Rêber Apo ev zemînê şer ji holê rakir.
Her wiha Remzî Kartal teqez kir ruhê serkeftinê yê ku bi Rojava re gihîşt lûtkeyê, gelê me yê her çar parçeyan kir yek û got:
“Êdî Rojhilata Navînek bê Kurd ne pêkan e.
Gelê me bi îradeya xwe ya birêxistinkirî dê çareseriyekî demokratîk ferz bike.”
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bal kişand daxuyaniya Hakan Fîdan û diyar kir ku heger êriş dewam bikin tiştek bi navê pêvajoyê namîne.



