Rejîma Îranê bi awayek hovane bersivê dide xwepêşandanên gel.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), rapora 47 rojên xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê weşand.
Li gorî raporê di xwepêşandanan de jimara kesên hatîn kuştin, 7 hezar derbas kiriye.
Di raporê de tê diyarkirin 219 zarok, 6 hezar û 506 xwepêşandêr û li gel 66 sivîlên ku beşdarî protestoyan nebûne hatine kuştin.
Her wiha di raporê de hate destnîşan kirin ku hêj bûyerên mirinê yên 11 hezar û 730 kesan jî tê lêkolînkirin.
Di raporê de hate diyarkirin ku 25 hezar û 845 xwepêşandar birîndar bûne, tevî 136 xwendekaran 53 hezar û 166 kes hatine girtin.
Rejîma Îranê beton rijand ser gorên xwepêşandêrên qetil kirine
Li gel vê yekê hêzên rejîma Îranê, bi sedan xwepêşandêrên ku kuştine li bajarê Reştê defin kir.
Hate diyarkirin ku rejîm ji bo nasnameya xwepêşandêran neyê naskirin beton rijandiye ser gorên wan.
Ji ber betonê li ser gorê hatiye rijandin malbat nikarin gorên zarokên xwe tespît bikin.



