Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Josh Brechin got ku Tirkiyê dixwaze serdema Osmaniyan nûjen bike û bi hevkariya Ehmed El-Şeri dixwaze sînorê xwe heta Qudisê fireh bike.
Josh Brechin dibêje ku Ehmed El-Şeri bi rengekî xeternak nêzî ol û mezhebên li Sûriyê dibe û hişyarî da ku eger Tirkiyê destekê bide vê dewleta cîhadîst, wê cîhan bibe bombeyeke teqîner,
Her wekî diyar kir ku dê Israîl û 750 hezar welatiyên amerîkayî, armanca duyem a vê hevkariyê bin.
Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê xwest ku êriş li dijî olên li Sûriyê werin rawestandin, yan na dê Kongres cezayan li ser Şamê bisepîne.



