Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê a 62. li Almanya despê kir.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed beşdarî konferansê bûn.
Konferansa îsal di demekê de pêk tê ku mijara hevpeymaniya welatên Rojava di warên ewlehî û siyaseta derve de tê ceribandin.
Di konferansê de tê payîn ji nêzî 65 welatan lîder û hikumet beşdar bibin.
Her wiha nêzî 450 nûnerên siyasî, akademîsyen û pişesaziya parastinê wê beşdarî konferansê bibin.
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed beşdarî Konferansa Munihê bûn
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed jî Munîhê ne.
Li gorî çavkaniyên Ronahî Tv yên taybet Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed wê bi gelek aliyan re hevdîtin pêk bînin.
Lîderên Ewropî û welatên Rojavayî li ser pêşeroja hevpeymaniyê û rêyên xurtkirina hêza xwe yên parastinê yên hevpar nîqaş dikin.
Lêkolînên nîşan didin ku hişmendiya raya giştî ya li ser ewlehiyê li Ewropayê zêde bûye jî di rojeva konferansê de ye.
Konferansa îro despê kirî wê hata 15’ê Sibatê dewam bike.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê wekî yek ji girîngtirîn lûtkeyên ewlehiyê yên navneteweyî tê hesibandin.
Ev konferans serok û rêberên cîhanê, wezîrên parastinê û pisporên ewlehiyê tîne cem hev.
Konferans her sal li Almanyayê tê lidarxistin, şer, krîzên herêmî, polîtîkayên NATOyê û gefên gerdûnî nîqaş dike.
Her çend biryarên fermî nayên dayîn jî, nîqaş û daxuyanî peyamên krîtîk dihewînin ku bandorê li xeta siyaseta navneteweyî dikin.



