Di Konferansa Munîhê de Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.
QSDˊê ragihand ku di çarçoveya Konferansa Munîhê de ev hevdîtin hat kirin . QSD’ê got:
Şandeyê spasiya xwe ji Serok Macron re ji bo piştgiriya berdewam a Fransayê anî ziman
QSD: Tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya navneteweyî hat kirin
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya navneteweyî kir da ku lihevkirin pêk were.
Hat diyarkirin ku temamkirina vê lihevkirinê xizmetê pêvajoya yekxistina saziyan û aramiya li Sûriyeyê dike.
QSD: Emmanuel Macron tekez kir ku Fransa dê hewlên xwe bidomîne
QSD’ê dibêje, Emmanuel Macron tekez kir ku Fransa dê hewlên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne .
Macron piştevaniya QSD û peymana 29’ê Çileyê kir
Serokê Fransayê pesnê rola bibandor a QSD’ê a di rûbirûbûna terorê de da , û fedekariya kurdan pîroz kir.
Her wiha Macron diyar kir ku welatê wî dê weke hevparekî sereke li gel wan bimîne.



