Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî, hûrguliyên hevdîtina xwe bi şandeyeke kongresa amerîkî re eşkere kir.
Mezlûm Ebdî got ku ew li Munchenê bi şandeyeke endamên Kongresa Amerîkî re civiya.
Şand bi serokatiya Senator Lindsey Graham bû .
Senator Sheldon Whitehouse, Jackie Rosen, Peter Welch û Andy Kim jî di nav de bûn.
Endamên şandeya Amerîkî di demên dawî de di nav alîgirên mafên gelê Kurd û QSD`ê de ne.
Mezlûm Ebdî: Ku şandeyê roleke girîng di piştgiriya doza Kurdî de lîstine
Ebdî da zanîn ku şandeyê roleke girîng di piştgiriya doza Kurdî de, lîstine û got:
“Şandeyê piştgiriya xwe bi taybetî di”Qanûna Parstina Kurdan ” nîşan da.
Ew qanûn gaveke girîng e û piştgiriyeke zelal ji bo parastina maf û aramiyê nîşan dide.”
Mezlûm Ebdî: Şande hevkarên bingehîn in di pêşvebirina nirxên edaletê de ye
Ebdî spasiya xwe ji endamên Kongresê re pêşkêş kir.
Her wekî diyar kir ku Şande hevkarên bingehîn in di pêşvebirina nirxên edalet û azadiyê de ne.


