Rêya sereke ya di navbera bajarokên gundewarê Hemayê ji ber barana zêde herifî.
Ev rê rêya sereke ya ku bajarokên El Fandara û El Siweydayê bi hev ve girêdide ye.
Li gor agahiyan hêza lehiyê beşên mezin ên rê herfand ku bi tvahî ji trafîkê re hat rawestandin.
Her wiha rê li ber niştecihan hat girtin ku bigihîjin xizmetguzariyên bingehîn û amûrên veguhastinê.
Niştecihan bang li rayedarên peywendîdar kirin ku yekser destwerdanê bikin.



